Newala Huranê û Herêma Tampon

Şengal ji ber nêzîkbûna xwe ya bi sînorê Sûriyê û xeta Enbarê re, di hedefa rasterast a çeteyên li Huranê de ye.

Newala Huranê (Wadi al-Huran) ku li parêzgeha Enbarê ya Iraqê ye û 4 welatan bi hev e girê dide, ne tenê herêmeke erdnîgarî ye, ew îro wekî çala reş a ewlehiya Rojhilata Navîn tê pênasekirin. Ev newala ku ji sînorê Siûdiyê dest pê dike û heta Çemê Firatê dirêj dibe, bûye navenda nû ya birêxistinkirina çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji Sûrî û Rojavayê Kurdistanê reviyane, Amerîka jî weke herêmeke tampon bi kar tînê.

Newala Huranê bi dirêjiya xwe ya nêzî 350 kîlometre û kûrahiya xwe ya ku carna digihîje 200 metreyan, herêmeke asê ye. Li herêmê bi sedan şikeftên xwezayî û tunelên binerdê hene ku ji bo veşartina çekên giran û baregehên perwerdeyê guncav in. Ev newal dikeve navbera sînorên Iraq, Sûrî, Urdun û Siûdiyê. Ev yek dihêle ku çete bi hêsanî di navbera welatan de tevbigerin.

HERÊM DI BIN PARASTINA AMERÎKAYÊ DE YE

Di sala 2016’an de, dema ku Iraq di lûtkeya şerê li dijî DAÎŞ’ê de bû, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Artêşa Iraqê û Heşda Şeebî planeke hevbeş amade kirin da ku paqijiya dawî li Newala Huranê bikin. Lê belê, Amerîka bi tundî li dijî vê operasyonê derket û heya roja me ya îro nehêlaye ku li wê heremê ti operasyon werin kirin, bi hinceta di bin sîwana parastinê ya bingeha Amerîkayê ya Al-Tanf li ser sînorê Sûrî-Iraq-Urdun de ye. Amerîka naxwaze hêzên Iraqî yên ku wekî nêzî Îranê pênase dike bi taybetî Heşda Şeebî li vê xeta krîtîk serdest bin.

Washington vê herêmê wekî herêmeke tampon bi kar tîne da ku pêwendiya bejayî ya di navbera Tehran, Bexda û Şamê de qut bike. Piştî hilweşandina xîlafeta DAÎŞ’ê li Baxozê û herêmên Rojavayê Kurdistanê, gelek raporên îstîxbaratî diyar dikin ku bi hezaran çete bi piştgiriya hin hêzên herêmî û bi çavdêriya Amerîkayê ber bi Newala Huranê ve hatibûn veguhestin, her wisa dihat gotin ku Amerîka van çeteyan wekî karteke zextê li dijî hikûmeta Bexdayê diparêze. Her dema ku Iraq daxwaza vekişîna leşkerên Amerîkî dike, Daîş li herêmên wekî Enbar û Mûsilê çalakiyên xwe zêde dike.

METIRSIYA TAYBET LI SER ŞENGALÊ

Şengal ji ber nêzîkbûna xwe ya bi sînorê Sûriyê û xeta Enbarê re, di hedefa rasterast a çeteyên li Huranê de ye, korîdora veguhastinê ya çeteyên ku li Huranê perwerde dibin, Newala Trêbil û herêma El-Baacê wekî korîdor bi kar tînin da ku xwe bigihînin derdora Şengal û Beacê, hebûna DAÎŞ’ê li vê newalê, rê li ber xeteriyên cidî vedike û nahêle aramî li herêmê bi cih bibe. Di dema dawî de û bi taybet sala 2025’an, gelek caran li heremê weke Beacê a ku bi qasî 10 km. dûrî Şengalê ye, çeteyên DAÎŞ’ê xuya kirin, heta gelek kes ji wê heremê jî hatin qetil kirin ku di nava wan de şivanê pez ê zarok jî hebû û ev yek di medyaya Daîşê de weke li xwe girtê hate nîşan dan.

Di vir de xuya dike ku Newala Huranê îro ne tenê stargeheke DAÎŞ’ê ye, lê navenda şerê sar ê di navbera Amerîka û Iraqê de ye. Heta ku operasyoneke berfireh û serbixwe ji aliyê hêzên Iraqî ve neyê kirin, ev newal wê wekî bombeyeke amade bimîne ku her kêlî dikare li Şengal an jî Mûsilê biteqe. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên îstîxbarata leşkerî ya Iraqê û fermandariya operasyonên Enbarê hatine girtin, Newala Huranê êdî ne tenê stargehek e, lê veguheriye baregehekî lojîstîk û teknolojîk.

SERÇETE Û TEKNÎKA LI HURANÊ TÊN PARASTIN

Tê texmînkirin ku hinek ji endamên Konseya Şer a DAÎŞ’ê ku ji Sûriyê reviyane, li şikeftên kûr ên Huranê ne û li wir bi awayekî sîstematîk perwerdeya xwe dibînin. Navên ku herî zêde derdikevin pêş û di nava kesên ku di hedefa Iraqê û Koalîsyona Navnetewî de ne, Ebû Mensûr El-Enbarî ku bi xwe xelkê Parêzgeha Enbarê ye û berpirsê veguhastina çeteyên biyanî û lojîstîkê di navbera Sûrî û Iraqê de. Serçeteyên Tabûra Al-Khilafa tê gotin ku nêzîkî 400 heta 600 çeteyên bijarte yên DAÎ’Şê ku di şerê kolanan de pispor in, li vê newalê hatine bicihkirin. Ev serçete bi salan e li Iraqê û Suriyê êrîşên weke kuştin, revandin û qetlîaman pêk tînin.

ÇEKÊN KU LI NÊZÎ WÊ HERÊMÊ HATIN BIDESTXISTIN

Hêzên Iraqî di operasyonên piçûk ên li derdora newalê de rastî çekên ku ne ayidî artêşa Iraqê ne û li Iraqê bi ti awayî peyda nabin jî hatin. Di nava wan çek û cebilxana de ev hatin dîtin û bidestxistin; sîstemên antî-tank, çekên weke kornet ku ji eniyên Sûriyê hatine dizîn an jî hatine veguhastin û ev çekana bi gelemperî di destê Amrîka û kolisyona navnetewî de hene. Teknîkên balafirên bêmirov (Drone); çeteyan li şikeftên Huranê atolyeyên piçûk ava kirine da ku dronên bazirganî veguherînin dronên xwekuj û wan li dijî xalên kontrolê bi kar bînin. Cîhazên Ragihandinê yên Pêşketî; tê dîtin ku çeteyên li vê derê sîstemên sînyalê yên satelaytê bikartînin ku di bin şert û mercên çolistanê de bi hêsanî nayên tespîtkirin.

HINCETA HÎN DAÎŞ NE QEDIYA YE

Stratejiya leşkerî ya ku li Huranê tê meşandin, li ser bingeha lê bide û bireve ye. Çete şevê bi motoran û wesayîtan yên bi rengê çolê hatine boyaxkirin, ji Newala Huranê derbasî Wadi al-Qazf û pişt re ber bi Cizîrê û Çiyayê Ebte ve diçin da ku xwe bigihînin herêma Baac û Şengalê, her wisa hat tespîtkirin ku hinek tunel hene ku kûrahiya wan digihîje 2000-3000 metreyan di bin erdê de. Ev tunel wekî depoyên sotemenî û dermanan tên bikar anîn û ji firokeyên şer ên Iraqê û dronan tên parastin.

HERÊMA QEDEXEYÎ YA EZMANÎ DIBE SÎWANA ÇETEYAN

Nakokiya herî mezin li vir e, Amerîka ku xwedî balafirên herî pêşketî yên sîxuriyê û peykan e, çawa nikare hebûna van çeteyan li herêmeke diyar tespît bike, Amerîka bi hinceta parastina sînorê Urdun û Siûdiyê, herêmê wekî Herêma Qedexekirî ya Ezmanî ji bo artêşa Iraqê radigihîne. Ev jî dibe sedem ku çete di bin sîwana bêdengiya radarên Amerîkî de perwerde bibin, bi zindîhiştina metirsiya li Newala Huranê, Amerîka ji bo hebûna xwe ya li Iraqê hinceteke herdemî û di bin navê Daîş hîn neqediyaye amade dike. Ji bo Iraqê jî Newala Huranê ne tenê pirsgirêkeke terorê ye, pirsgirêkeke serweriyê ye. Heger artêşa Iraqê bi piştgiriya YBŞ û Heşda Şeebî nekevin kûrahiya vê newalê, ev gûman dê her tim zindî bê û sînorê Şengalê jî dê ti carî bi temamî ewle nebin.